Berdevkê Tevgera Nûceba Husên Elî Mûsewî di hevpeyvînekê de tekez kir ku ew çekên xwe radestî dewletê nakin, her wiha îdîa kir ku hewldanên komkirina çekan bi daxwaza Amerîka û Îsraîlê ne û tenê 'eniya berxwedanê' dikin armanc.
Mûsewî nûçeyên li ser destdanîna ser dronan wekî "şanoyek" bi nav kir û lihevkirinên aborî yên Bexda û Washingtonê jî wekî "dagirkeriya aborî" binav kir.