Her tim yekemîn serdana fermî ya serokê desthilatê ji bo welatekî derve, wekî bernameya kar û dîtina stratejîk a kabîneya wî tê nirxandin.
Di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di yekemîn serdana xwe ya navneteweyî de berî da Amerîkayê.
Ev dosyayên ku wî bi xwe re birine, çarenûsa paşeroja Îraqê diyar dikin; ji mijarên aborî yên wekî xerckirin û birêvebirina dolar heta xistina çekan tenê di destê dewletê de, wekî sedemên sereke yên vê serdanê tên hesibandin.
Zeydî pirsên aborî û ewlehiyê digel berpirsên Amerîkî gotûbêj dike
Ev mijar ji mêj ve li Îraqê wekî xalên herî nakokdar di navbera aliyên navxweyî û navneteweyî de mane, ku destdanîna ser wan jî dibe sedema karvedan û bertekên tund.
Şandeya asta bilind a Îraqê bi serokatiya serokwezîr Elî Zeydî gihîşt paytexta Amerîkayê.
Biryar e di vê serdanê de çend bîrnameyên jihevfêmkirinê di warên aborî, ewlehî û enerjiyê de digel berpirsên Amerîkî werin îmzekirin.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji rojnameya Washington Post re ragihand ku berfirehkirina pêwendiyên aborî û teknolojîk di navbera herdu aliyan de, dê bibe beşeke herî girîng di gotûbêjên wî yên digel serokê Amerîkayê Donald Trump de.
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê beriya serdana Zeydî, bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz civiya.
Helwestên tund ên Amerîkayê ji bo komên çekdar li Îraqê û hiştina biryara şer û aştiyê tenê di destê dewletê de, ji rûbirûbûnên sereke ne li pêşiya veberanînên Amerîkî û biyanî ji bo welat.
Lê ev mijar li ser asta Îraqê rasterast bertekên tund bi xwe re tîne.
Bereya Îslamî: Çekên me ti carî nabin mijara lihevkirinan
Roja Înê, Bereya Berxwedana Îslamî li Îraqê daxuyaniyek belav kir ku tê de tekez kir ew li ser xeta berxwedanê biryardar û pabend in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ti tişt nikare wan ji derxistina dagîrkeran ji Îraq û herêmê sar bike.
Her wiha destnîşan kirin ku çekên wan ti carî nebûne mijara lihevkirin an tawîzan, lê ew wekî eqîde, peyman û emaneteke olî ne û dê hîn bêtir pêş bixin.
Rojnameya Şerq Ewset diyar dike ku Elî Zeydî ji bo bêçekkirina komên çekdar digel berpirsên Amerîkî mekanîzmayekê nîqaş dike.
Serdana Zeydî jî peyameke zelal e ji Bexdayê re, ku dixwaze di warê aborî û ewlehiyê de li beramberî welatên Rojava vebe û dawî li desthilatdariya komên çekdar û dewleta kûr a li Îraqê bîne.