Serokwezîrê Îraqê li gel Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Penaberan civiya û mijara penaber û koçberan guftugo kirin.
Di civînê de behsa rêyên xurtkirina hevkariya navbera Îraq û komîsyonê, her wiha hewlên mirovî yên piştgiriya ji bo çînên ziyan lêketine, guftugo kirin.
Zeydî ragihand ku Îraq girîngiyeke mezin dide dosyaya mirovî û bi biryare hevkariya li gel Komîsyona Bilind û rêxistinên navdewletî yên peywendîdar, bi awayekî ku piştgiriya koçber û penaberan û başkirina rewşa wan a jiyanê piştrast bike, berdewam bike.
Her wiha girîngiya çareserkirina wan sedemên ku dibin sedema koçberî û penaberiyê û xurtkirina hemahengiya navdewletî û herêmî di vê qadê de hat kirin ku bi awayekî ku parastina mafên penaber û koçberan li gorî yasa û peymannameyên navdewletî misoger bike.
Berhem Salih amadebûna komîsyonê ji bo berdewamkirina piştgiriya îraqê û xurtkirina hevkariyê li gel di warên mirovî û geşepêdanê de nîşan da ku bi awayekî beşdarî di dabînkirina hemû pêwîstiyên ji bo bidawîanîna li şop û bermahiyên dosyaya koçberiyê de bike.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber şerê DAIŞ’ê bi hezaran kes ji Îraqê koçber bûn, beşek ji van kesan li hindirê welat koçber bûn û beşekî din jî berê xwe dan welatên Ewropayê. Heta niha jî ji ber gelek astengiyên cûrbecûr, beşekî mezin ji koçberan venegeriyane ser cih û warên xwe.
Koçberên Şengalê yên li kampên sînorê Hewlêr û Dihokê, yek ji wan mînakan e.