Medyaya Îraqê ragihand ku danê sibehê hêzên ewlehiyê operasyoneke serkeftî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de, fermandarê naskirî yê Heşdî Şabî Ebû Cefer li mala xwe hate girtin. Tevî vê yekê, rayedaran hîn eşkere nekiriye ku operasyon li kîjan bajarî pêk hatiye û sedema binçavkirina wî çi ye.
Hêjayî gotinê ye ku berê jî operasyonên bi vî rengî li ser serokên milîsan hatibûn kirin û hinek ji wan piştî lêpirsînê hatibûn berdan.