Di derbarê hevdîtina di navbera Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Qasim Erecî, derbarê hevdîtina Qasim Erecî û Balyozê Tirkiyê yê li Îraqê Anil Bora Inan de Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê daxuyaniyek belavkir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro Qasim Erecî li gel Balyozê Tirkiyê Anil Bora Inan civiya ye. Di civînê de têkiliyên du alî yên di navbera Îraq û Tirkiyê û rêyên xurtkirina hevkariya hevpar û hevbeş a ji hêla siyasî, ewlehî û aborî de hatin tekezkirin.
Di civînê de, Erecî bal kişand ser giringiya zêdekirina hewildanên du alî, yekkirina helwestan û pevguhartina agahiyên îstîxbaratî û ewlehiyê da ku ev yek bibe bingehê xurtkirina ewlehiya Îraq, Tirkiyê û tevahiya herêmê.
Hat diyarkirin ku Balyozê Tirkiyê jî daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyên li gel Îraqê yên ji hêla siyasî, aborî, bazirganî û sermayeguzariyê de anî ziman.
Her wiha di civînê de giringiya xebata hevpar û pêşxistina hevkariya navbera her du welatan hat destnîşankirin.