Îstîxbarata Almanyayê: Algorîtmayên înternetê ciwanan ber bi radîkalbûnê ve dibin

Analîzek nû ya Îstîxbarata Navxweyî ya Almanyayê (BfV) eşkere dike ku algorîtmayên nezelal ên platformên înternetê, li gel faktorên pênasî û civakî, roleke sereke di radîkalbûna ciwanan de dileyîzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî analîza parastina destûra bingehîn a Almanyayê, tecrîda civakî, tenêtî û kêşeyên derûnî yên di jiyana kesane de bingehên sereke yên destpêkirina pêvajoya radîkalbûnê ava dikin. Li gel van faktorên psîkolojîk, algorîtmayên nezelal ên ku ji aliyê xwediyên platforman ve tên birêvebirin, balê dikişînin ser naverokên herî nîqaşbûyî û yên ku herî zêde danûstendinê diafirin. Bikarhênerên ciwan piştî temaşekirina naverokên asayî û nîv-siyasî, hêdî hêdî ber bi odên dengvedanê ve tên birin ku li wir ramanên tundrew û hestiyar tên belavkirin. Ev raman bi rêya dûbarekirina domdar û pejirandina ji aliyê bikarhênerên din ve di hişê ciwanan de cih digirin û bi vî rengî normal dibin.

Rapora îstîxbaratê balê dikişîne ser wê yekê ku ciwan êdî xwe tenê di nav îdeolojiyekê de sînor nakin, lê belê ramanên xwe ji tevlîheviyeke berfireh a ramanên li dijî demokrasiyê digirin. Tora pêwendiyê û propagandayên tundrew bi rêya malper, torên civakî, platformên lîstikan û bernameyên peyamberiyê tên belavkirin. Ji bo vê yekê, komên rastgirên tundrew piranî platformên wekî Telegram, portala vîdyoyan Culchan, platforma lîstikan Steam û Discordê bi kar tînin. Di heman demê de, komên çepgirên radîkal ji bo bangawaziya xwepêşandanan bêtir berê xwe didin platformên navdar ên wekî Instagram, TikTok, X û Facebookê. Ji aliyê din ve, rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ û El Qaîdeyê platformên Rocket-Chat û Telegramê wekî navendên xwe yên sereke hildibijêrin û niha bi alîkariya Jîrbûna çêkirî vîdyoyên sexte (Deepfake) ji bo propagandaya xwe çêdikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye