Xeyal bikin ku bêyî elektrîk an jî şebekeya avê, ava paqij a vexwarinê ji hewayê tê bi dest xistin. Tişta ku endezyarên li Enstîtuya Teknolojîyê ya Massachusetts (MIT) pêş xistine vê pêktîne.
Endazyarên MIT’yê amûrek nû ya qasî pencereyekiye bi pêş xistin ku ev amûr dikare ji atmosferê avê hilberîne. Ev teknolojî xwe dispêrê ‘hilandina ava hewayê’.
Giringîya Innovasyonê an jî Nûbûnê
Krîza avê gef li cîhanê dixwe. Li gorî îstatîstîkên hatine parve kirin tê dîtin ku zêdetirî 2.2 milyar kes ji kêmbûna ava vexwarinê û nêzî 46 milyon Amerîkî jî bi kêmasî yan jî kêmkalîteyê ava vexwarinê pirsgirêkan jiyan dikin. Çareseriyên kevneşopî yên li ser bingeha çem û rezervan, di bin zexteke mezin de ne. Ev yek bi xwe re rê li ber lêgerînên nû jî vedike. Ev jî dibe sedem ku teknolojî an jî çareseriyên nû werin bi pêşxistin.
Teşeyekî hêsan û bibandor
Cîhaz, ji paneleke tîkane ya bi mezinahiya pencereyekê ji madeyeke reş a dişibe peq peqokên avê û ji plastîkê pêk tê. Di hundirê odeyeke cam a sar de hatiye bicihkirin. Di şevê de jelî hêmî ji hewayê distirê û fireh dibe, piştre germahiya rojê di nava rojê de dibe sedem ku ev nem vala bibe, dibe sedema kondensasyona li ser camê û komkirina ava paqij. Teşedayina wî ji bo firehkirina rûberê ku li ber hewayê ye û zêdekirina berhemdarîyê jî ji hunera orîgamîyê îlhamê digire.
Panel bi serkeftî encam dan
Mîna gelek nûbûnên berê, ev amûr pêwîstya xwe bi elektrîk, hucreyên rojê yan jî bataryayan nîne. Ev hefteyek e li Death Valley a Kalîforniyayê ku yek ji cihên herî ziwa yên Amerîkayê ye, hate ceribandin. Dema ku nem daket 21 ji sedî jî, rojane mîqdarek nêzî qedehek avê (160 ml)ye hilberand. Ku ev mîqdar bi zêdekirina panelan re dikare were zêdekirin. Ku bi çend panelan pewîstiya ava paqij ya malên li çolêne dikare were pêşwazî kirin.
Bê tevlihevî ava ewle
Taybetmendiya herî girîng ew e ku ava hatiye hilberandin bi temamî ewle ye û dikare were vexwarin. Cîhazên berê ji bo başkirina hilberandina avê xwe dispêrin xwêyên wekî lîtium klorîd, lê ew dibin sedema qirêjbûna avê. Tîma li MIT'ê glîserolê bi kar anî û porên nanoscale ji jelê derxist. Ev yek jî bêyî hewcedarî bi fîltreyên zêde hebe, destûr da berhevkirina ava paqij.
Amûr bi mezinahîya biçûk û bi haceta hilberîna kêm hatîye karekterîzekirin. Lêkolîna ku di kovara "Nature Water" de hat weşandin, girîngiya wê ya zanistî û pratîkî radixîne pêş çavan. Projeya profesor Şuanhe Zhao ku profesora endezyariya mekanîk û sivîl a MIT'ê bû, lêkolînerên enstîtuyê û Zanîngeha Neteweyî ya Sîngapûrê (NUS) beşdarî projeyê bûn. Lêkolîner Chang Liu û ekîba wî çavdêriya ezmûnên qadê û dîzaynkirina materyalên bi bandor kir.
Gava din çi ye?
Tevî encamên serkeftî, nûbûn hê di qonaxa xwe ya destpêkê de ye. Tîm niha li ser firehkirina mezinahiya panêlan, başkirina madeyên ku hatine bikaranîn, dixebite û ezmûnên qadê li herêmên ku pirsgirêka kêmbûna avê dikişînin, dimeşîne. Armanc ew e ku pergaleke nerm û mobîl were pêşxistin ku dikare li deverên îzolekirî an jî di rewşên awarte de were bicihkirin. Ev nûjenîya MIT'ê, ji bo gihîştina avê, li ser bingeha zanista hêsan û sêwirana aqilane, pêşerojeke nû nîşan dide. Li cîhaneke ku ji ber guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyan tehlûke ye, cîhazeke bi vî rengî hêsan dikare bibe mifteya çareserkirina krîza avê ya cîhanî.
Demhat Misto