Ji bo xeweke xweş û aram divê mirov dûrî şiyarbûna dubare bikeve û hinek şîret hene ku pêwîste mirov wan esas bigire.
Sûdên xewa zû li ser laşê mirovan, li hemberî wê bandora şiyarbûn û derengmayîna şev li ser hiş û gewdeyê. Şîretên dûrketina ji şiyarbûna şevê a neyînî. Xew netenê cureyeke bêhinvedanê ye. Lê pêvajoyeke girîng e ji bo vegerandina hevsengiya laş û hiş e.
Xewa zû gelek feyde û sûdan dide laş û hişê mirovan yên weke:
-Laş bêhina xwe vedike û nûjen dibe
-Baldarî û bîrê zêde dike
-Rewşa giyanî û derûnî baştir dike
-Laş çalak dike û berhemdariyê zêde dike
-Parastina laş ji nexweşên kronîk mîna şekir, dil dike.
Di heman demê de, şiyarbûna zêde û dubare fonksiyona laş têk dibe û metirsiyên nexweşiyan zêde dike.
Dema ku mirov dereng dimîne hinek ziraran dibîne, ên wek:
-Westandina fîzîkî
-Serêş
-Zêdebûna nexweşiyan
-Bandora neyinî li ser xwendin û kar.
Ji bo xeweke baş û aram divê mirov van şîret û serişteyên dûrketina ji şiyarbûna şev pêk bîne:
-Dema razana xwe diyar bike
-Berî razanê telefonê bikar neyne
-Kêmkirina ronahiyê lê cihê razanê
-Vexwarina tiştên gerim yên weke şîr û hwd.
Ezîma Hesin