Lezgin

Mesrûr Barzanî: Em ê pirsgirêka mûçeyan çareser bikin

reset font size increase font size

Serokwezirê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku şanda ya ji Bexdayê serdana Hewlêrê kiriye. Mesrûr Barzanî diyarkir ku şandeya mûçeyan, ne tenê şandeke teknîkî ye, belkî jî di asteke bilind de ye xwedî hêza biryardariyê ye.

Piştî civîna Encûmena Wezîran îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva pirsa hurgilîyên li ser şanda Bexdayê û alternatîfên hikumetê ji bo mûçeyan aşkere kirin.

Şandeke bi deshilat, ne teknîkî

Serokwezirê Herêma Kurdistanê tekezî liser wê yekî kir, şandeya ku tê payîn ji Bexdayê bê Hewlêrê ne şandeyeke rûtîn e û got:

"Em deriyê gotûbêjan li gel Bexdayê nagirin. Ew şanda ku biryar e bê Hewlêrê, ne tenê şandeyeke teknîkî ye. Soz dane me ku şandeyeke di astake bilin debe,bi karibe biryarê bide û pisgirêkê çareser bike."

Plana “B” kêmkirina xercîyan

Bi vê yekê Barzanî destnîşan kir ku ew li bendê ne ku ev serdan bibe gava dawî ya çareser kirina krîza mûçeyan û nirxandina xwe wiha bidawî kir:

"Eger em li ser çareserkirina pirsa mûçeyan bi hikumeta Iraqê re negihîştin rêkeftinê, em ê bi dahata navxwe û kêmkirina xercîyan, çi ji destê me were emê bikin ji bo em maf û şayîsteyên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dabîn bikin. Plana xwe ya B`yê têxin meryetê"

Viyan Soran Kara

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24