Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê ya DEM Parti bi boneya 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamegeriya Kurdî di 22'ê Nîsana 1898'an de, bi weşandina rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê ji aliyê Mîqdat Mîdhet Bedirxan ve dest pê kiriye.
"Kevneşopiyeke berxwedanê ya 128 salî"
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çapemeniya Kurdî di bin şert û mercên sirgûn, sansûr û zextê de hatiye avakirin û wiha hate gotin,
"Meşaleya yekem a li Qahîreyê hatî pêxistin, destpêka sazûmanî ya lêgerîna gel ji bo gihandina dengê xwe ji cîhanê re nîşan da."
Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku rojnamegeriya Kurdî di seranserê dîrokê de li hember qedexe û zextan sax maye û çapemenî li gelek navendan, ji Qahîreyê heta Cenevreyê, ji Londonê heta Stenbolê, dixebite.
"Rojnamegerî ne sûc e"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zext li ser rojnamevanan îro jî berdewam dikin, hin rojnamevan ji ber nûçeyên xwe tên darizandin û tên girtin.
Hat destnîşankirin ku ev rewş li pêşiya civakeke demokratîk asteng e û hat xwestin ku rojnamevanên ku ji ber çalakiyên xwe girtî ne tavilê bên berdan û hat gotin,
"Çalakiyên rojnamevanî sûc nînin. Divê rojnamevanên di girtîgehê de di zûtirîn dem de bên berdan."
"Rojnamegeriya Kurdî wê bibe dengê rastiyê"
Di daxuyaniyê de ku rojnamevanên ku têkoşîna ji bo rastiyê didomînin û xebatkarên çapemeniyê yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn, hat destnîşankirin ku dê rojnamegeriya Kurdî bibe dengê rastiyê.
Di daxuyaniyê de her wiha Mîqdat Mîdhet Bedirxan, Musa Anter, Gurbetelli Ersoz, Nagihan Akarsel, Cîhan Bilgin û Nazim Daştan hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku mîrata têkoşîna wan dê berdewam bike.