Tevî ragihandina dirêjkirina agirbestê, lê hîn jî dorpêç li ser benderên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve didome.
Rojnameya Wall Street Journal ya Aamerîkayê, eşkere kir ku Îran ji ber dorpêça Amerîkayê, rojane zêdetirî 500 milyon dolar ji dest dide.
Rojnameyê ragihand ku rêveberiya Turmp kampanyayekê dimeşîne ku ji hêla rayedaran ve wekî "Hêrsa Aborî" tê binavkirin.
Di vê kampanyayê de sepandina cezayan, dorpêçkirina benderên Îranê û desteserkirina keştîyên girêdayî Tehranê hene.
benderên Îranê di bin dorpêça Amerîkayê de ne
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent diyar kir ku wê benderên Îranê dorpêçkirî bin û wiha got:
"Di nav çend rojan de, tesîsên depoyê yên li Girava Xarg werin tijekirin û bîrên petrolê yên Îranê dê neçar bimînin ku werin girtin."
Scott Bessent diyar kir ku sînordarkirina bazirganiya deryayî ya Îranê rasterast xetên jiyanê yên girîng hedef digire ku dahatê çêdikin.
Her wiha eşkere kir ku wê Wezareta Xezîneyê bi rêya stratejiya 'Hêrsa Aborî' zexta herî zêde bike da ku bi awayekî sîstematîk şiyana Tehranê ya çêkirin, veguhastin û vegerandina pereyan têk bibe.
Scott Bessent: Yê ku destekê bide îranê wê rastî sizayên ameîrka bê
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê hişyarî da ku eger kesek an jî keştiyek destekê bide Îranê, wê bi rastî sizayên Amerîkayê re bibe.