Îsraîlê êrîşî başûrê Libnanê kir, 9 kes hatin kuştin

Êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê berdewam dikin û herî dawî 9 kes di van êrîşan de hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne. Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim jî banga dan û standinên neyekser bi Îsraîlê re kir û diyar kir ku armanca şerê heyî ew e ku Libnan bibe beşek ji `Îsraîla Mezin`.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li başûrê Libnanê di encama êrîşên Îsraîlê de, 9 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Îsraîlê êrîşeke asmanî bir ser bajarokê Cibşîtê yê li parêzgeha Nebetîyeyê

Her wiha 2 caran êrîşî bajarokê Serîfayê kir.

Ji aliyê xwe ve, Hizbulahê ragihand ku wan jimarek ji leşkerên Îsraîlê, li nêzî çemê Dêr Siryanê, bi mûşekan topbaran kir.

Artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên 4 bajarokên başûrê Libnanê, ew jî bajarokên Arzon, Têr Deba, Al Bazûriyeh û Al Hoşê ne da ku malên xwe vala bikin û kêmanî bi mezîleya 1000 metreyî dûr bikevin.

Îsraîl, Hizbulahê bi binpêkirina agirbestê tawanbar dike.

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê îdîa dikin, ku di hefteyên dawî de, di operasyonên li başûrê Libnanê de zêdetirî 350 kesî ji Hizbulahê hatine kuştin.

Neîm Qasim banga dan û standinên ne rasterast bi Îsraîlê re dike

Ji aliyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Neîm Qasim ragihand, ku şerê heyî hewildana tewandina Libnanê ye, da ku bibe beşek ji `Îsraîla Mezin`.

Neîm Qasim di nameyekê bo `Mucahidên Berxwedanê` de tekez kir, ku Hizbulah dê serî netewîne û parastina Libnan û gelê wê dê berdewam bike.

Der barê peymaneke gengaz bi Îsraîlê re, Qasim banga dan û standinên neyekser kir û diyar kir ku divê kaxezên hêzê yên dan û standinan di destê Libnanê de bin.

Qasim teqez kir ku têkiliya ti kesî ji derveyî Libnanê bi çek, berxwedan û rêxistinkirina karûbarên hundirîn ên dewleta Libnanê tune ye.

Sekreterê Hizbulaha Libnanê bal kişand ser paymana Îranê ya bi Amerîkayê re û da xuya kirin ku bendê rawestandina êrîşên li ser Libnanê yê di vê lihevkirinê de ye, kaxeza herî xurt bo Libnanê ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye