Îro Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bo li dar xistina civna xwe ya sêyemîn li Salona Merasîmê ya Meclîsê kombû.
Hat diyarkirin ku dê têkildarî xebatên komîsyonê nexşerêyek were diyarkirin.
Koçyigit: Beşdarkirina hemû mekanîzmayên civakî ji bo pêvajoyê girînge
Cigıra seroka Koma Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigit di Meclîsê de civîna çapemeniyê lidarxist û rojevên heyî nirxandin.
Koçyigit girîngiya pêvajoyê anî ser ziman û got:
“Divê em çareseriyan li şûna nasnameyê bidin pêş û li şûna xefikan pêşerojek hevpar ava bikin û li ser vê yekê bisekinin.”
Cigıra serokê DEM Partiyê di nirxandinên xwe de balkişan ser civakîkirina pêvajoyê û nirxandinên xwe wiha domand:
“Em bawer dikin ku komîsyonê ji bo civîna îro rojeveke baş heye heman wext guhdarkirina akademîsyen, baroyan, hemû saziyên peywendîdar, rêxistinên mafên mirovan girînge."
Gulistan Kiliç Koçyigit destnîşan kir ku her kesê di derbarê aştiya demokratîk û pirsgirêka Kurd de gotinek, ramanek an pêşniyarek çareseriyê heye, ji bo berfirehkirina mekanîzmayên beşdariya demokratîk di pêvajoyê de û civakîbûna esase.
Ozel: Heta fikarên têkildarî komisyonê neyên rakirin pêvajo bi tendirustî nameşe
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî li Enqereyê di çalakiyeke partiya xwe de têkildarî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê axivî û diyar kir ku wan gefa terikandina komîsyonê li tu kesekî nekiriye.
Ozel balkişand ser fikarên heyî û baldariya pêvajoyê û wiha got:
“Ji bo sibê bêhtir xwîn nerije em singê xwe didin ber rexneyan Heke rewşeke ji derveyî vê çêbibe jî wê bi dengekî herî bilind nerazîbûna xwe nîşan bidin ku ev deynê stûyê me ye.Heta fikarên girêdayî komisyonê neyên rakirin dê pêvajoyeke bi tendûristî neyê meşandin.”
Ozel bibîrxist ku, wan heta niha 18 pêşniyarqanûn pêşkeşî Meclisê kirine.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di dawiyê de got:"Pêvajoyên em hemû zehmetiyan bikşînin û fedekariyan bikin wê hebin."
Yaşar Guler: Em dê ji prangayên xwe xilas bibin
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî li Colemêrgê li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got: "Tirkiye dê ji prangayeke mezin a li lingê xwe xilas bibe."
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Guler bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û got:"Bi vê pêngava ku ji bo aştî û biratiyê tê avêtin, dê biratiya ebedî ya gelê me xurttir bibe."
Yaşar Guler her wiha da zanîn ku mijarên pêvajoyê hem ji aliyê saziyên pêwendîdar ve, hem jî bi rêya komîsyona ku li parlamentoyê hatiye avakirin tên birêvebirin.