Şêniyên Hesekê têkildarî krîza elektirîkê xwepêşandanek li dar xistin

Çend roj in hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê di tariyê de ne. Sedem çi ye? belavkirina mazotê ji bo jenetoran rawestiyaye. Şêniyên bajarê Hesekê ji ber nebûna elektrîkê, xwepêşandanek li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî rawestandina belavkirina mazotê li ser xwediyên jenetoran, jenetorên elektirîkê hema bêje bi temamî li piraniya bajarên parêzgeha Hesekê rawestiyan.

Ev yek jî nerazîbûnek mezin di nav şêniyên parêzgehê de derxist bi taybet di van mehên germ de.

Xwepêşanderan bang li rayedarên têkildar kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û ji bo çareserkirina krîza elektrîkê û dabînkirina sotemeniya pêwîst, gavên lezgîn bavêjin.

Her wiha xwepêşanderan li ser berdewamiya rewşa heyî ya xirab û bandora wê li ser jiyana rojane ya şêniyan, hişyarî dan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye