Li Sûriyê tevgera çeteyên DAIŞ'ê zêde dibe

Li Sûriyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe zêde kirine. Di meha borî de, li herêmên cuda yên Sûriyê çeteyên DAIŞ'ê di 9 êrîşan de 5 kes kuştin û 4 jî birîndar kirin. Ji serê salê ve û heta niha, di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, 53 kes hatine kuştin û 22 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di vê valabûna ewlehiyê de, çeteyên DAIŞ'ê sûd wergirtin.

Hilweşîna rêjîma Baas û guhertina desthilata Sûriyê derfeteke zêrîn da çeteyên DAIŞ'ê.

Bi teybet dema vekirina zindanan, valakirina kampa Holê bi hezaran ji çeteyên DAIŞ'ê careke din gihaştin hev.

Ji vê, çeteyên DAIŞ'ê xwe kom kirin, şaneyên xwe bêhtir bêhêztir kirin û xwe ji nû ve bi rêxistin kirin.

Piştî vê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe li dijî endamên Hikûmeta Veguhêz û sivîlan zêdetir kirin.

Di Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê 5 kes kuştin û 4 jî birîndar kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya meha tîrmehê parve kir.

Çavdêriya Sûriyê ragihand ku di meha borî de, çeteyên DAIŞ'ê 9 êrîş li herêmên cuda yên Sûriyê pêk anîne.

Li gorê wê, di encama êrîşan de 5 kes hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. 

Li gorî bîlançoya çavdêriyê, ev êrîş li 3 parêzgehan çêbûne û ya herî zêde li Dêra Zorê ye. 

Li Dêra Zorê 6 êrîş pêk hatin û di encamê de 2 sivîl û çeteyekî DAIŞ'ê hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li Serê Kaniyê jî, êrîşek pêk hatiye û di encamê de leşkerekî Firqeya 60'î ya Wezareta Parastinê hatiye kuştin.

Li parêzgeha Helebê jî 2 êrîş pêk hatin, di encamê de leşkerekî Wezareta Parastinê hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Ji aliyeke din ve, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ji serê salê ve û heta niha eşkere kir.

Navenda Çavdêriyê diyar kir ku ji serê salê ve û heta niha çeteyên DAIŞ'ê 67 êrîş pêk anîne.

Li gorî wê, di encama van êrîşan de, 53 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Piraniya kesên ku hatine kuştn, leşkerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ne.

Li çolistana Sûriyê, Dêra Zorê, Reqa û Himsê herî zêde di navbera leşkerên Hikûmeta Veguhêz û çeteyên DAIŞ'ê de şer rûdaye.

Ji ber ku li van deverên navborî cihê çeteyên DAIŞ'ê ye.

Çeteyên DAIŞ'ê ji dema hilweşîna wê ya li Baxozê ji aliyê QSD'ê û vir ve, xwe li çolistana Sûriyê girt.

Ji çeteyên DAIŞ'ê re, çolistana Sûriyê navenda biryardanê ye û gelek caran jî li çolistanê li hev civiyane.

Beriya niha çeteyên DAIŞ'ê bi dîman dijberiya xwe ya li dijî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê nîşan daye.

Herî dawî jî, çeteyên DAIŞ'ê avabûna Meclisa Gel a Sûriyê bi gavekê wekî "ji derveyî şerî`eta Îslamê ye" bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye