Amerîkayê 36 berhemên dîrokî vegerandin Sûriyê

Di çend salên borî de, komek şûnwarên dîrokî yên Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn desteserkirin. Îro, Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ragihand ku rayedarên Amerîkî 36 parçeyên şûnwarî ku nirxê wan bêhtirî 5 milyon dolar e, radestî wan kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê diyar kir ku vegerandina wan berhemên desteserkirî, di çarçoveya hewldanên ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya neqanûnî ya berhemên kevnar û vegerandina milkên çandî yên talankirî bo welatê wan ê resen de tê.

Di nav van parçeyên şûnwarî de, peykerek ji kevirê kilsinî heye. Ev peyker zêdetirî 450 kîlogram giran e û zilamekî dirêjkirî nîşan dide ku bi jinek û 3 zarokan dorpêçkirî ye.

Di salên berê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berhemên girtibûn, vegerandin çend welatan, di nav wan de Çîn, Yûnanistan û Îtalya bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye