Tîma Parîs bi avêtina gola yekem di deqeya 5'an de ku bi rêya lîstikvana xwe Evelyn Vins ve hat avêtin tîma malê matmayî kir.
Piştre di deqeya 18'an de lîstikvanana Barcelonayê Kerolin encama maçê wekhev kir.
Di deqeya 28'an de, navenda Barcelonayê Clara Seragordi karî gola duyemîn a tîma xwe tomar kir.
Lîstikvana Polonî Ewa Bajur di deqeya 35'an de gola sêyemîn ji bo tîma malê avêt.
Paşê, di deqeya 43'an de, lîstikvana Polonî Karolina Graham Hansen gola çaremîn a Barcelonayê tomar kir û nîva yekem bi pêşengiya tîma Katalan 4-1 bi dawî bû.
Bajur vegeriya û di deqeya 70'ê de gola xwe ya duyem û pêncemîn ji bo tîma Spanyayê tomar kir, berî ku Clara Mathieu cudahî kêm bike û gola duyem ji bo tîma Parîsê tomar bike.