Galatasaray dê di hefteya 4'emîn a Trendyol Sûper Lig de mêvanê Başakşehir be.
Maç, ku dê li Stadyuma Fatih Terim a Başakşehirê were lîstin, dê saet di 20:00`an de dest pê bike.
Piştî ku di hefteya yekem a Sûper Lig de bi Çorumsporê re 2-2 wek hev ma, tîma zer-sor paşê Erzurumspor FK 4-0 û Goztepe 3-2 têk bir.
Galatasaray, ku di 3 maçên xwe yên pêşîn de 7 puan berhev kir, di cudahiya golan de wekî pêşengê lîgê dest bi hefteyê kir.
Ji aliyê din ve, Başakşehirê bi 4 puanan di 3 maçan de di rêza 9'emîn a lîgê de cîh digire.
Galatsaray û Başakşehir wê cara 37'an bi hev re bilîzin
Galatasaray û Başakşehirê dê di Sûper Lig de cara 37'emîn werin gel hev.
Tîma Başakşehirê di sezona sala 2007-2008'an de cara yekem beşdarî Sûper Lig bû dest pê kir.
Galatasaray ji 36 maçên ku heta niha hatine lîstin 21 maç bi dest xistiye, lê belê tîma Başakşehirê 7 maç bi dest xistiye.
Heşt maç bi wekhevî bi dawî bûne.
Di van maçan de, Galatasaray 65 gol avêtine, her wiha Başakşehir jî 39 gol avêtine.
Serkeftinên herî mezin ên li ser encamên maçan di navbera her du tîman de
Serkeftina herî mezin a Galatasaray li hember Başakşehirê di lîgê de di nîvê yekem a sezona sala 2022-2023`an de, bi serkeftina 7-0 li derve, pêk hat.
Serkeftinên herî mezin ên Başakşehirê li hember Galatasaray di lîgê de, di maçên malê de hatin bidestxistin.
Tîma Başakşehirê di sezona sala 2017-2018'an de bi encama 5-1 û di her du sezonên sala 2014-2015`an her wiha sala 2016-2017'an de jî Galatasaray 4-0 têk bir.