Brîtanya dê balafirên Typhoon ji bo parastina Erebistana Siûdî bişîne

Wezareta Parastinê ya Înglîstanê ragihand ku ew ê balafirên şer bişînin Erbîstana Sûdî ji bo ku pêşî li êrîşên Hûsiyan bigre.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Înglîstanê eşkere kir ku balafirên şer ên Typhoon ên Înglîstanî dê mîsyonek berevaniyê pêk bînin ji bo ku bajar û binesaziya girîng ên Siûdî ji êrîşên hewayî yên Hûsiyan biparêzin.

Li gorî ajansa Reuters`ê jî belav kir ev balfirên şer ên Înglîstanê, wê tenê ji bo mîsyonên parastinê bin û êrîşan li dijî Hûsiyan pêk naynin.

Her wiha wezaretê da zanîn ku ew ê li ser daxwaza hikûmeta Siûdî balafireke veguhastinê ya Atlas A400M û şêwirmendên leşkerî bişîne.

Beriya niha jî, di meha îlonê de Înglîstanê bi karanîna balafirên Voyager piştgiriya dagirtina sotemeniyê ya hewayî ji bo Erebistana Siûdî ragihandibû. Lê belê, vê yekê alîkariya şandina balafirên şer negirtirtibû nav xwe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye