Êrîşên li ser Îranê derbasî roja xwe ya 6'mîn dibe.
Êrîş ji her du aliyan ve, ji roja yekemîn piştî lêdana Îsraîl û Amrîkayê û heta niha ranewestiyane.
Îro, Ajansa Tesnîm û Faris ên Îranî diyar kirin ku çend teqîn li deverên cuda yên paytexta Îran Tehranê hejandin.
Artêşa Îsraîlê dest bi pêleke nû ya êrîşan li ser Tehran kir
Piştî van teqînan Îranê pêleke nû ya mûşekan ber bi Îsraîlê ve avêt.
Sipaha Pasdarên Şoreşê bi daxiuaniyeke fermî, eşkere kir ku wan pêla 19'an a êrîşên bi mûşek û dronan li dijî Îsraîl û baregehên Amerîkî yên li herêmê, dest pê kiriye.
Ev yek jî piştî raghandina Artêşa Îsraîlê ku wan dest bi pêleke nû ya êrîşan li ser Tehranê kiriye, hat.
Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku operasyonên wê li Îranê cihên stratejîk ên têkildarî şiyanên êrîşkar û çavkaniyên leşkerî kirine armanc ku di nav de; cihê mûşekan û pergalên parastina hewayî hene.
Her wiha Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di posteke li ser hesabê xwe yê X'ê de rave kir di nava armancên wan de; baregeha Pasdarên Şoreşê, baregeha Desteya Îstîxbaratê, baregeha Besîcê, baregeha Hêza Qudsê, baregeha Hêzên Taybet ên Ewlekariya Navxweyî, baregeha Operasyonên Sîber û baregeha Yekîneya Piştgirî û Astengkirina Xwepêşandanan a Ewlekariya Navxweyî hene.
Li gorî agahiyan, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî 3 mûşekên balîstîk û 121 dronan ku ji aliyê Îranê ve hatine avêtin, bêbandor kirin.
Amerîka li peravên başûrê Srî Lankayê keştiyeke Îranê bombebaran kir
Kanala 14 a Îsraîlê jî, belav kir ku Balafireke F-15 a Amerîkî li rojavayê Îranê ket xwarê û da zanîn ku ekîba wê balafirê hat rizgarkirin.
Her wiha Keştiyeke binavî ya Amerîkî li peravên başûrê Srî Lankayê ku bi hezaran kîlometre dûrî herêma Kendavê ye, Keştiyeke Îranê bombebaran kir.
Di derbarê vê êrîşê de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê ji vê êrîşa ku li ser keştiya Îranî "Dena" kirine, pir poşman bibin."
NATO`yê piştgiriya xwe ji bo êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê ragihand
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî, ragihand ku hêzên Amerîkayê zêdetirî 20 keştîyên deryayî yên Îranê kirine armanc û ew binav kirine.
Her wiha Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte ji malpera nûçeyan a Amerîkî Newsmax re ragihand ku NATO'yê piştgiriya xwe ji bo êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê ragihandiye.
Heta niha Amrîkayê kuştina 6 leşkerên xwe ku di êrîşên Îranê de hatine kuştin ragihandiye.
Mediyayên Îranê dan zanîn ku ji destpêka şer ve, 174 bajarên Îranê rastî êrîşan hatine û hezar û 332 êrîş li 636 cihan hatine tomarkirin.
Ajnasên çalakvanên Mafên Mirvan ên Îranê jî, dan xuyakirin ku ji destpêka êrîşan ve û heta niha hezar û 114 kes hatine kuştin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn operasyonên şer dê "bi hemû hêza xwe" berdewam bikin heta ku hemî armancên Washingtonê werin bidestxistin.