30 welatan li dijî binpêkirinên li Sûdan helwest nîşan dan

Binpêkirinên mirovî li Sûdanê dewam dikin. Zêdetirî 30 welatan jî bûyerên li El- Faşer bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê li Sûdanê krîza mirovî girantir dike. Tevî bangên ji bo rawestandina şer jî, rageşî û binpêkirinên mirovî li El- Faşer û Darfûrê dewam dikin.

Li hember van binpêkirinên mirovî, zêdetirî 30 welatên ewropî û Rojavayî, metirsiyên xwe yên ji bo tundûtûjiya sîstematîk a li Sûdanê, bi daxuyaniyekê, nîşan dan.

Welatên di daxuyaniyê de beşdar, di nav wan de Brîtanya, welatên YE'yê weke; Kanada, Awistralya û Zelanda Nû, hovîtî û binpêkirinên zagonên mirovî yên navneteweyî şermezar kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de, nîgeraniya kûr a li ser binpêkirinên sîstematîk ên li dijî sivîlan, piştî ketina El- Faşer di destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, hat tekezkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armancgirtina bi zanebûn a sivîlan, kuştinên ji ber motîvasyonên etnîkî, şîdeta cinsî, bikaranîna birçîbûnê wekî rêbazekî şer û astengkirina gihîştina alîkariya mirovî, hemû jî binpêkirinên eşkere yên zagonên navneteweyî ne.

Ev daxuyanî, piştî ku Wezîrê Derve yê Sûdanê Muheyddîn Salim roja Duşemê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir, hat dayîn.

El- Faşer keleha dawî û sereke ya artêşa Sûdanê bû.

Piştî ku Faşer ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hat kontrolkirin, Neteweyên Yekbûyî komkujî, tecawiz, talan û koçberkirina girseyî ya nifûsê ragihand.

Ji aliyê din ve, hikûmeta Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi kuştina du hezar sivîlan tawanbar kir.

Her çend Hêzên Piştgiriya Lezgîn tawanên şer ên ku çêbûne înkar kiribe  jî,  lê wan qebûl kir ku hin binpêkirin çêbûne.

Her wiha piştrast kirin ku ji bo van bûyeran lêpirsînek hatiye vekirin da ku kesên têkildar hesab bidin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerê ku di nîvê Nîsana 2023'an de li Sûdanê dest pê kirî de, bi deh hezaran kes hatin kuştin û nêzîkî 12 milyon kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye