"Komîsyon bêyî dereng bimîne divê demildest biçe Îmraliyê"

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna koma meclîsê ya partiya xwe de axivî. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku divê komîsyon bêyî dereng bimîne tavilê biçe Îmraliyê û got: “Ji bo birêz Ocalan bikare baş bi rola xwe bilîze, ji bo îradeya raber kiriye bibe destkeftiya hevpar a 86 milyonan, divê ev daxwaza her kesekî be.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qezayekî kar e, ev cînayeta kar e

Tulay Hatîmogûllari, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şewata di febrîqeyeke li Kocaeliyê de ku 6 karkeran jiyana xwe ji dest dane û got:

"Ev ne qezayekî kar e, ev cînayeta kar e.

Ev nîşan dide ka pergala heyî ya kambax çawa keda zarok, jin, kal û pîrên nehatine teqawidkirin diixwe û ewlehiya wan a kar çawa tune dihesibîne

"Divê Selahattîn Demîrtaş tavilê berdin"

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku biryara DMME’yê ya der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de teqez bûye û xwest biryar bên cîbicîkirin û girtiyên ji Doza Kompasê ya Kobanê tavilê bên berdan.

"Divê li ser stratejiyên aştiyê were axaftin"

Tulay Hatîmogûllariyê destnîşan kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye û got:

"Di vê pêvajoyê de peywireke mezin li ser milê muxalefet û îktîdarê ye.

Lê ya ku aştiyê dikare bi ruh bixe, qada siyaseta demokratîk e.

Pêvajoya zêdetirî saleke didome, derbasî qonaxa duyemîn bûye.

Qonaxa duyemîn jî dema siyaseta demokratîk e."

"Tovê aştiyê tev li axê bû"

Tulay Hatîmogûllari da diyar kirin ku ev ew serdeme ku îradeya gel a rêxistinkirî, rêveberiyên xwecihî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk tê de çalak cih bigirin û wiha lê zêde kir:

"Tovê aştiyê tev li axê bû. Divê em nebêjin me tov çand û erh tişt qediya.

Kulîlka aştiyê nazik e, heke were paşguhkirin û neyê avdan, hişk dibe.

Weke muxalefeta civakî û hêzên demokratîk, tişta dikeve ser milê me ew e ku em vê kulîlkê av bidin, xurt bikin û veguherînin darekê.

Divê em di vê demê de xwe bêhtir birêxistin bikin û gotina demokrasiyê xurti bikin."

"Dijderketina aştiyê, sûcekî dîrokî ye" 

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser hin derdorên ku ne bi aştiyê re ne û got: 

"Yên vê firsenda dîrokî asteng dikin, yên xwe ji aboriya şer û dijberiyê xweyî dikin hene.

Di nava îktîdarê de jî em dibînin ku yên manşetên dijî aştiyê diavêjin hene.

Dijderketina aştiyê, sûcekî dîrokî yê li dijî nifşên pêş e."

"Hevdîtina bi Birêz Ocalan re wê lez bide pêvajoyê"

Tulay Hatîmogûllari di dawî de got: "Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re û guhdarîkirina wî, wê lez bide pêvajoyê û  rê li ber baweriyê veke.

 Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye