Li Qendîlê komkujiya Zargelî hat bibîranîn

Li çiyayên Qendîlê yên Başûrê Kurdistanê 10`emîn komkujiya Zargelî hate bibîranîn û êrîşên Dewleta Tirk ku di 2015`an de, li ser gelê Zargelî pêk anîbûn, hate şermezarkirin. Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê, bang li hemû hêz û aliyên Kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin û got: Li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî hat nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 1`ê tebaxa 2015`an de, Dewleta Tirk gundê Zargelî yê Başurê Kurdistanê bombebaran kiribû.

Di vê êrîşê de, 8 welatiyên Kurd hatibûn Kuştin û 15 kesên din jî bi giranî birîndar bibûn.

Her sal di vê rojê de, şêniyên wê deverê, şehîdên xwe bi bîr tînin û êrîşên Dewleta Tirk şermezar dikin.

Duh jî, li Qendîlê di 10`emîn salvegera komkujiya Zargelî de, şehîdên komkujiyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li Bîrdariya Şehîdên Qendîlê, bi beşdariya malbatên şehîdan û welatparêzên deverê pêk hat.

 

Şaredariya binarê Qendîlê daxwaza yekîtiya hêzên Kurdî kir

 

Di merasîmê de, hevseroka şaredariya Binarê Qendîlê Lavan Heme Emîn peyama Meclisa Gel a Binarê Qendîlê xwend û  tê de şehîdên komkujiyê û hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û êrîşên dewleta Tirk li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin ku "Li çiyayên Kurdistanê, berxwedaneke dîrokî hat nîşandan. Divê niha jî yekîtiya gelê Kurd bê avakirin, da ku bibe bersivek li hember her êrîşeke qirkirinê."

 

Heme Emîn: Em ji balafir û çekên qedexekirî natirsin

 

Di merasîmê de, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan ya Binarê Qendîlê, Heme Emîn Xidir jî li ser navê komîteyê axifî.

Heme Emîn Xidir bal kişand ser wêrekiya bilind a gelê Kurd û got: “Em xwedî wêrekî û îradeyek ji pola ne û em ji balafir û çekên qedexekirî natirsin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24