Hewlêr û Bexdayê pirsa hinardekirina petrolê bi hev re gotubêj kir

Ji bo pirsa hinardekirina petrolê, duh, di navbera şanda dan û standkar a Herêma Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê civînek bi awayekî onlinê hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de, li ser biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, nîqaş hat kirin.

 Li gorî biryarê, Herêm dikare rojane bi tenê 50 hezar bermîl petrol, ji bo bikaranîna navxweyî, ji xwe re bihêle û yên din jî, bi giştî radestî Kompaniya Neteweyî ya Petrolê ya Iraqê (SOMO) bike.

Her du aliyan, diyar kirin ku heya Wezareta Petrolê û aliyên peywendîdar rêkeftineke dawî îmze bikin, divê lez di destpêkirina hinardekirina petrolê de, bê kirin.

Di 16ê Îlona 2025an de, wê Meclisa Dewletê ya Iraqê bicive da ku çareseriyên qanûnî yên girêdayî pirsgirêka dahatên nepetrolî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, gotubêj bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24