Xwendekarên ji bo Rojîn çalakî kirin ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin

Li Wanê Xwendekarên ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş û kampusek bi ewle di çalakiyê de ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê piştî 18 roj hate dîtin.

Pirsên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê jî didomin.

Ji bo ronîkirina mirina bi guman a Rojînê gelek çalakî bang û daxwaz ji hêla malbata wê, gelê Wanê û xwendekaran ve hate kirin, lê hîna jî ji aliyên têkildar tu gav ne hatiyê avêtin .

 Her wiha Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) bi daxwaza mirina biguman a Rojîn Kabaîş bê ronîkirin û kampusek bi ewle, çalakiya dabûn destpêkirin di roja 24’an de dan berdewamkirin.

Xwendekar jI aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Xwendekarên li ber avahiya rektoriyê ya nava zanîngehê de hatin gel hev, ji aliyê polîsan ve hatin daropêçkirin.

 Xwendekar li dijî tehdîda polîsan a binçavkirinê, li ber derî dest bi çalakiya runiştinê kirin. Li aliyê din rojnamegerên ku çalakî dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye