Li Sûriyeyê peymana enerjiyê ya 7 milyar dolarî hat îmzekirin

Hevpeymaneke ji Tirkiye, Qeter û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peymanek enerjiyê ya 7 milyar dolarî li Sûriyeyê îmze kir. Hevpeyman ji Kalyon Holding û Cengiz Holding ên ji Tirkiyeyê, UCC ji Qeterê û Power International ji DYA'yê pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor projeyê çar stasyonên elektrîkê yên gaza xwezayî û stasyneke enerjiya rojê, ku her yek bi şiyana sazkirî ya tevahî 5,000 megawatt e di nav xwe de digire, dê bê avakirin.

SÛRIYÊ DÊ STASYONÊN ENERJIYÊ AKTÎF BIKE

Stasyona enerjiya gaza xwezayî, yên li bakurê Helebê, Zeyzûn, Dêrazorê û Mehardeyê ne, dê hêza wan 4,000 megawatt be.

Di heman demê de stasyona enerjiya rojê ya li Wediyan Elrebî’e û Dêrazorê dê hêza wan 1,000 megawatt be.

Li gorî agahiyan, ev proje yekem modela hevkariya giştî-taybet di sektora enerjiyê ya Sûriyeyê de be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye