Li Libnanê herî kêm 14 kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, eşkere kir ku roja 26'ê nîsanê, di êrîşên Îsraîlê de, 14 kes hatine kuştin, û 37 kes jî birîndar bûne. Têkildarî vê mijarê, Artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku wan di êrîşeke hewayî de, 3 endamên Hizbulahê kuştine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de li Libnanê di du rojên borî de, di nav agirbesteke ne aram de, berdewam kirin.

Peymana agirbestê di 16'ê nîsanê de ket pratîkê û ji bo sê hefteyan hatiye dirêjkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê dibêje ku roja yekşemê di êrîşên Îsraîlê de, 2 jê  zarok û 2 jin, bi gîştî 14 kes hatine kuştin û 37 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê, piştî ku hişyariyên valakirinê ji bo deverên li başûrê Libnanê da, cihên ku ew dibêje "ji bo pêkanîna êrîşan li dijî leşkerên Îsraîlê tên bikaranîn" armanc digire.

Ajansa nûçeyan a dewleta Libnanê ragihand ku, di êrîşa droneke Îsraîlî de, li ser bajarokê Qelîle yê başûrê Libnanê, herî kêm kesek hatiye kuştin.

Li aliyekî din, Hizbullahê jî ragihand ku li gundewarê başûrê Libnanê, wan bi êrîşeke mûşekî ya rêberkirî bersiva êrîşên Îsraîlê daye.

Di nûvekirineke cuda de, artêşa Îsraîlê dibêje ku leşkerekî Îsraîlê yê 19 salî di êrîşa droneke Hizbulahê de li Libnanê hatiye kuştin, û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê: Me sê endamên Hizbulahê kuştin

Artêşa Îsraîlê dibêje ku wan roja 26'ê nîsanê, di operasyonekê de li başûrê Libnanê, 3 endamên Hizbulahê kuştine.

Îsraîl herêmeke sînorî ya bi firehiya nêzîkî 10 kîlometreyan ji axa Libnanê wekî "herêma tampon" bi nav dike.

Ev tê vê wateyê ku niha nêzîkî 5 ji sedî ji axa Libnanê di bin kontrola Îsraîlê de ye.

Her wiha artêşa Îsraîlê got ku binesaziya Hizbulahê ya li Bint Cibêl jî di êrîşan de hatiye armancgirtin.

Niha peymaneke agirbestê di navbera Libnan û Îsraîlê de heye.

Peyman Hizbulahê di nav xwe de nagire, lê armanca jê ew e ku şerê di navbera Îsraîl û komê de bi dawî bike.

Lê belê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Hizbulah bi "binpêkirina agirbestê" tawanbar kir û ferman da hêzên xwe ku êrîşî navnîşanên komê bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye