di derbarê pêşeroja Siweydayê de nîqaş û hewildanên çareseriyê berdewam dike.
Serokê rohanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî şandeyeke Tevgera Rîcal El Kerame bi serokatiya şêx Ebû Ziyab Mizyed Xedac ji bo nîqaşkirina rewşa dawî ya Siweydayê li mala wî ya bajarokê Qenawat civiyan.
Hikmet El Hicrî bang li dewlet û hêzên navnetewî kir ku piştgiriya Durziyên li Siweydayê bikin da ku herêmeke serbixwe ragihînin ku parastineke daîm ji Durziyan re peyda bike.
El Hicrî da zanîn ku tişta bi serê Siweydayê hatiye, ne qeza bû lê planeke orgenîzekirî bû.
Hikmet El Hicrî diyar kir ku şêniyan dest bi parastina hebûn, dabînkirina siberojeke siyasî, aborî û dadweriya xwe kirine û wiha domand: “Ragihandina herêmeke serbixwe, rêya yekane ya parastina ewlehiyê ye.”
Serokê rohanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî piştrast kir ku ew her tim banga aştiyê dikin, êrişkirina kesên din qebûl nakin û li hember gefên li ser Siweydayê wê mafên xwe yên parastina rewa bi kar bînin.
Her wiha serokê Tevgera Rîcal El Kerame Şêx Mezîd Xedac jî piştgirî da axaftina Serokê rohanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî û got: “Di van demên zor û zehmet de divê em yek axaftin û yek helwest bin."
Thomas Barrack: Dan û standinên Îsraîl û Sûriyeyê erênî ne, lê rêkeftin dûr e
Li gel van bang û daxwazan jî Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Thomas Barrack derbarê çareseriya vê pirsgirêkê li gel Sûriye û Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.
Thomas Barrack di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku danûstandinên Sûrîye û Îsraîl erênî ne, lê rêkeftin dûr e.
Barrack eşkere kir ku Îsraîl û Sûriye li ser rêkeftineke ewlehiyê ya muhtemel danûstandinan dikin, lê hîn nêzîkî gihîştina gotareke dawî nebûne û wiha lê zêde kir:
"Diyaloga avaker di navbera van her du welatan de deriyê têgihîştineke demdirêj e ku dê rê li ber aramiya li herêmê veke."
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku yek ji mijarên nîqaşê di navbera Îsraîl û Sûriyê de, Korîdorek mirovî ji bo Durziyan li herêma Siweydayê were avakirin.