Trump derbarê berpirseke Banka Federal de ferman da

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê Seroka Banka Navendî ya Federal Lisa Cook ji kar dûr bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump ferman da ku endama Lijneya Rêvebirên Banka Navendî ya Federal Lisa Cook ji kar were dûrxistin.

Trump Lisa Cook bi reftarên xapînok û sûcdar di meseleya darayî de, tawanbar kir û ev nirxandin kir: “Ew baweriya xwe bi rastgoya wê nayne.

Ji aliyê xwe ve jî, Lisa Cook bersiva Turmp da û got: “Turmp nikare vê biriyarê bi riya qanûnê bide û ew ê îstifa neke.

Her wiha tekez kir ku ew ê erkên xwe yên ji bo alîkariya aboriya Amerîkayê bidomînim.

Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) bersiva pirsên derbarê daxuyaniya Trump de neda.

Lisa Cook yekem jina Afrîkî-Amerîkî di saziya rêveberiya Banka Federal de, xizmet kiriye.

Di sala 2022 an de, ji aliyê Serokê berê yê Dewletê Amerîkayê Joe Biden ve hatibû tayînkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24