Li Afrîkaya Başûrî di 2 êrîşên çekdarî de 27 kes mirin

Di 2 êrîşên çekdarî yên cuda de li 2 bajarên Afrîkaya Başûrî, herî kêm 27 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Asayîşa Afrîkaya Başûrî diyar kir ku duh li bajarokê Wedîlayê di êrîşeke çekdarî ya li ser barekê de 17 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniyeke cuda de, asayîşê da zanîn ku li Luandelî di êrîşeke çekdarî de 10 kes hatin kuştin.

Bûyera yekem, roja şemiyê êvarê pêk hat.

Tîmên Rewşên Awarte ragihand ku 17 kes li cihê bûyerê mirine, 13 ji wan mêr û 4 jin in.

Her wiha 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî asayîşê, êrîşkar berî ku bi 2 wesayîtên nenas ji cihê bûyerê derkevin, telîfonên xelkê desteser kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye