Sendîkayan li dijî zêdekirina lêçûnên bijîşkan, qutkirina alîkariyê, kêmkirina alîkariya civakî û kêmkirina malên lênêrîna kal û pîran banga seferberiyê û grevê kirin.
Piştî vê bangê li Parîsê, meşek ji nêzîkî 17 hezar kesan pêk tê, hat lidarxistin.
Meş bi dirûşmeya 'Em lêçûnê kêm dikin, ew dewlemend dibin, em sîstemê biguherînin' hat li darxistin.
Hate destnîşan kirin ku li seranserê Fransayê nêzîkî 32 hezar xwepêşander daketine qadan.
Sendîkayan ragihandibû ku li seranserê Fransayê wê 150 mîtîng û meş werin lidarxistin.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî rêjeya grevê di nav mamosteyan de ji sedî 5.27 ragihand.
Wezareta Xizmeta Giştî jî, rêjeya grevê ji sedî 3.43 tomar kir.