Îranê dîsa Erebistana Siûdî kir hedef.
Erebistana Siûdî ragihand ku di çend saetên dawîyê de bi 33 dronan êrîşî qada wê ya asmanî hate kirin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qada asmanî ya welêt tê binpêkirin.
Hat destnîşankirin ku pergalên parastina asmanî di çend saetên dawîyê de 33 êrişên dronan tespît kirine.
Wezaretê ragihand ku ew dron hemû hatine têkbirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li Riyadê hewleke êrîşa bi dronê ya li ser Taxa Dîplomasiyê ya ku balyozxane lê ne jî çêbûye.
Lê belê ew dron beriya ku bigihê hedefa xwe hatiye xistin û bêbandorkirin.
Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku droneke din jî ber bi parzûngeha petrolê ya Şeybeyê ve êrîş kiriye.
Ew dron jî li Çola Rubulxaliyê hatiye astengkirin û têkşikandin.
Ev êrîşên berdewam li ser Siûdîyê di demekê de tên ku Duh serokê Îranê Mesûd Pezeşkian ragihandibû ku ew ji welatên cîran ên ku ji aliyê Îranê ve rastî êrîşê hatin lêborînê dixwaze.