Şîrovekarê siyasî yê Îraqê Kamîl Keebî derbarê rewşa herêmê û bandora şerê Amerêka-Îsraîl û Îranê ya li ser Îraqê de axivî.
Kamîl Keebî diyar kir ku Îraq niha rastî qonaxeke hestiyar hatiye û divê bi baldarî tevbigere, ji ber ku rewşa li herêmê bilez tê guhertin.
Her wiha Şîrovekarê siyasî da zanîn ku Îraq jî divê xwe ji şer dûr bixe û aramiya navxweyî biparêze.
Kamîl Keebî wiha berdewamî da gotinên xwe:
"Îraq her tim di nava herêmê de bûye pirek, dîsa di vî şerî di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de, hewl dide rola xwe ya aştiyane bilîze.
Hikumeta Îraqê jî piştgiriya aliyên ku dixwazin dawî li şer bînin, dike.
Bexda hewl dide welat ji rewşa ewlekarî û siyasî biparêze, ji ber dibe ku ev rewş di encama pêşbaziyê de derbikeve holê, metirîsdarî heye. "
Li gorî şîrovekarên siyasî, Îraqê di şerê 12 rojan ê Îsraîlê li dijî Îranê de bi serketibû, dibe ku Îraq niha jî heman siyaseta wê demê ji bo vê qonaxê bi kar bîne.