Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal girêdayî mijarên di rojevê de ji ajansa ANFê re nirxand.
Kartal diyar kir ku armanca pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ew e dewlet dev ji neyartiya li dijî gelê Kurd, înkar û tinekirinê berde û hebûna gelê Kurd qebûl bike û got: "Em ji xwe û serokatiya xwe bawer in û li gor wê xwe amade dikin."
Kartal: Rêber APO ji pêvajoyê re rê vekir
Remzî Kartal derbarê mijara gelo ew bi dewletê bawer dikin an na, diyar kir ku ger mirov di vê çarçoveyê de lê binêre, dibe ku nêzîkatiyeke şaş derkeve.
Kartal: Siyaseta Hakan Fîdan neyartiya gelê Kurd e
Kartal li hember gefên Wezîrê Karên derve yê Tirkiyê berteka xwe bi pirsa 'Gelo Hakan Fîdan li ser kîjan esasî dibêje bila QSD, rêveberiya xweser, YPG, YPJ xwe belav bikin û xwe radestî HTŞ’ê bike?' anî ziman û got: "Ev neyartiya gelê Kurd e."
Kartal: Bila aqil û guhê herkesî li Rêber APO be
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di dawiya axftina xwe de tekez kir ku bila aqil û guhê her kesî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan be.