Rojnameya "Israel Hayom" belav kir ku niha nîşanên gefeke nû li hember Îsraîlê derdikeve, ew jî avakirina eniyeke radîkal a Sunne ye, ku serokê demkî yê Sûriyeyê tê de cihê xwe digire û Qeter û Tirkiye jî serkêşiyê dikin.
Israel Hayom ev yek jî eşkere kir ku gelek dijberên Ehmed El-Şeri li nav Sûriyeyê hene û ihtîmal heye ku ew ji aliyê dijberên xwe ve bê kuştin, lewra divê Îsraîl peymanên xwe bi hikûmet û saziyan re imze bike.
Ew rojname dibêje, pêwîstiya Ehmed El-Şeri bi pere û piştgiriya diplomatîk heye, ji ber vê yekê ew naçar dimîne têkiliyên xwe bi Waşington û Tel Avîvê re bide avakirin, da ku desthilatdariya xwe biparêze.