Li Dêrazorê welatiyek hat kuştin

Li Dêrazorê welatiyê bi navê Xelef Emaş El Hesen duh ji aliyê komeke çekdar ve hate kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Ajansa Hawar li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê şêniyê bi navê Xelef Emaş El Hesen duh bi şev dema vedigeriya mala xwe ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.

 

Xelef Emaşê bi temenê 39 sali, ji bajarokê Ebû Hemam bû û endamê eşîra El Keraan beşa El Nehabe bû. bi karê jenaratorê mijûl dibû. Bûyera kuştinê jî piştî jenartor vedimirand û vedigeriya mala xwe pêk hat.

 

Şahidan destnîşan kirin ku çekdar li ser motorsîklêtê bûn û gule li El Hesen reşandin. El Hesen di cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24