Hakan Fîdan dîsa Kurd û QSD hedef girt

Sê wezîrên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, îro li Enqereyê bi Hakan Fîdan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê di daxuyaniyek hevbeş de Hakan Fidan û Şeybanî careke din gelê Kurd û QSD hedef girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta veguhêz a Sûriyê Esad Hasan Şeybanî û Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Serokê Îstixbaratê Hisên El Seleme re civiya.

Aliyan piştî hevdîtinê jî daxuyaniyeke hevpar dan.

Fîdan, balkişand ser geşedanên li Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hedef girt. Têkildarî geşedanên li Siweydayê jî Fîdan Îsraîl hedef girt û got: “Yek ji aktorên herî mezin a wêneyê tarî ya li Siwêdayê Îsraîl e.”

Tevî daxuyaniyên QSD’ê yên di çarçoveya mizakerayan de jî Fîdan QSD hedef girt û got: “Dibêjin qey Mitabeqeta 10’ê Adarê wan zêde eleqedar nake. Dibêjin ku pêvajoya ‘Tirkiyeya bêteror’ a li Tirkiyeyê jî wan eleqedar nake. Piştî 10’ê Adarê û pêvajoya li Tirkiyeyê, em dibînin ku tu geşedaneke rêxistinê ya li Sûriyeyê pêbaweriyê dide nînin.”

 

Şeybanî bûyerên li Siweydayê diqewimin xiste stûyê Îsraîlê

Şeybanî jî destnîşan kir ku Îsraîl ji bo ewlehiya Sûriyeyê gefek e û got: “Ji nû ve avakirina Sûriyeyê û rabûna wê ya ser pêyan pir krîtîk e. Em hemû kesî hişyar dikin ku li Sûriyeyê kaosê dernexin. Divê welat piştgiriyê bidin me.

Şeybanî bibîrxist ku ew duh li Urdunê bi Sefîrê DYA’yê Barrack re hatin gel hev û wiha lê zêde kir: "Em li ser mijara Siweydayê axivîn. Tiştên li Sûriyeyê diqewimin, bûyerên ji hêla Îsraîlê ve tên derxistin in. Em dixwazin pêvajoya aştiyê hebe. Siweyda di dîroka Sûriyeyê de xwedî cihekî girîng e. Durzî, parçeyeke civaka Sûriyeyê ne.”

 

Şeybanî: Konferansa li Hesekê nûnertiya gelê Sûriyê nake

 

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, Esed El-Şeybanî îddîa kir ku Konferansa ku vê dawiyê li Hesekê hat lidarxistin, nûnertiya gelê Sûriyeyê nake û hewl da ku bûyerên li Siweydayê îstismar bike.

El-Şeybanî konferansa Hesekê wekî "binpêkirina peymana entegrekirina Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê di nav saziyên dewletê de" bi nav kir.

Her wiha anî ziman ku Siweyda beşek yekgirtî ya Sûriyeyê ye, tişta ku li wir qewimî ji hêla Îsraîlê ve bi armanca çandina nakokiyên mezhebî li herêmê hatiye çêkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24