Serokwezîrê Taylandê Anutin Charnvirakul, di civîneke çapemeniyê de got ku lihevkirin dê herikîna sotemeniyê ji bo welatê wî misoger bike û fikarên têkildarî enerjiyê sivik bike.
Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê, duh ragihandibû ku wan 3 keştiyên ku hewl didan ku di tengavê re derbas bibin, vegerandine.
Her wiha Artêşa Pasdarên ya Şoreşê, destnîşan kir ku tengav dê li pêşiya keştiyên DYA, Îsraîl û alîgirên wan girtî be.