Gulistan Koçyîgît : Qanûn gava yekem a çareseriyê ye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî pêşnûme qanûna çarçoveyê ku li Komîsyona Edaletê tê nîqaşkirin axivî û da destnîşankir ku pêşnûme ji bo avakirina pêşeroja hevpar xwedî girîngiyekî dîrokî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qanûna Çarçoveyî ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di komîsyonê de axivî û got:

"Ew îmzayên me avetinê ji bo pêşeroja hevpar e."

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar ku weke DEM Partiyê ew vê qanûnê destpêka çareseriya pirsgirêkan dibînin û wiha axivî:

“Ev qanûn gava yekem a çareseriyê ye.

Ji bo wê jî ev qanûn gaveke dîrokî ye û dê bibe çavkaniya qanûnên pêşerojê.

Pirsgirêka Kurd ji sêdarê îro hatiye zemîneke demokratîk û ji çareseriya demokratîk re derî vedike.

Êdî hatiye fêmkirin ku ev pirsgirêk di çerçoveya demokrasiyê de dikare bê çareserkirin.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiyê de bendewariya xwe anî ziman û wiha qedand:

“Armanca me pêşerojeke hevpar bi hev re ava bikin û bi awayekî demokratik bi hev re bijîn.

Demokrasî beyî têkoşînê nayê bidestxistin. Ji bo wê jî ew rêyeke dirêj a têkoşîna demokrasiyê."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye