Serçeteyekî DAIŞê li Sûriyê hat kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniyê da zanîn ku operasyona asmanî, nîvê şeva pêncşemê li gundê Cercîse yê gundewarê başûrê Hemayê pêk hat.

 Di encamê de, Omer Ebdulqadir Besam bi nasnavê "Ebdulrehman El Helebî" hat kuştin û ew bi "hewldana êrîşkirina li ser Amerîkayê" hatiye tawanbarkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got ku operasyonê ji du saetan zêdetir dom kir û li kêlek wî serçeteyî, birîndar jî hebûn.

Duh Înê jî, Dezgeha Dijî Terorê ya Iraqê ragihandibû ku bi hevahengiya Hevpeymaniya Navneteweyî, hêzên wan operasyoneke ewlehiyê li Sûriyê kirin û di encamê de Ebdulrehman El Helebî hat kuştin, ku ew bi xwe di nav DAIŞ`ê de, berpirsê operasyon û ewlekariya derve bû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24