Tulay Hatimogûllari: Serdana girtiyên li girtîgeha Sîlîvriyê kir

Hevserok Tûlay Hatîmogûllarî serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir. Wê destnîşan kir ku girtîgeh bi girtiyên siyasî tije bûne û diyar kir ku berdana girtiyan û misogerkirina azadiya wan dê rihê pêvajoya aştî û demokrasiyê li Tirkiyê xurt bike û pêş bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Tulay Hatimogûllari serdana Hevserokê girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir.

Piştî serdanê Tulay Hatimogûllari li pêşiya girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê da.

Tulay Hatimogûllari diyar kir li ser operasyonê 200 roj derbas bû, ew jî ji bo banga berdana girtiyan û wiha domand:

Tulay Hatimogûllari: Azadiya girtiyan dê ruhê pêvajoyê pêş bixe

Li Tirkiyê gelek kes bi sedema mafê xwe yê siyasî hatine girtin.

Girtîgeh bi girtiyên siyasî tijê bûne.

Bi sedan kes ji ber ku Tirkiyek demokratîk xwestin hatin girtin.

Li Tirkiyê pêşketinên girîng hene.

Di 10ê Tebaxê li Meclîsê qanûnek derket.

Ev qanûn gava yekemîn bi dawîkirina şerê 50 salî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bû.

Azadiya girtiyan dê ruhê pêvajoyê pêş bixe`.

Li ser pirsa piştî vê pêvajoyê wê rewşa Abdulah Ocalan çawa be? Tulay Hatimogûllari wiha bersiva da:

Rol û beşdariya Birêz Ocalan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pir girîng e.

Yek ji destpêkerên vê pêvajoyê Birêz Bahçelî ye, yê din jî Birêz Abdullah Ocalan e.

Di vê pêvajoya ji nû be avakirinê de wê nêrîn û nirxandinên Birêz Ocalan pir bi qîmet bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye