Parlamentoya Tirkiyê sibe li ser 'Qanûna Çarçoveyî' deng dide

Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê (TBMM) sibe piştî navberekê dest bi civînên xwe dike û tê payîn ku pêşnûme qanûna ji 12 xalan pêk tê, bixe dengdanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamentoya Tirkiyê (TBMM) sibe roja Duşemê 10'ê Tebaxê, careke din deriyên xwe li ber xebatên yasayî vedike. Di rojeva yekem a parlamentoyê de dengdana li ser pêşnûmeya "Qanûna Çarçoveyî" heye.

Ev pêşnûme qanûn ku ji 12 xalên sereke pêk tê, berî niha ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclisê ve hatibû qebûlkirin û ji bo dengdana dawî ji civata giştî re hatibû şandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên parlamentoyê hatine girtin, li ser naveroka vê qanûnê di navbera aliyên siyasî de lihevkirinek peyda bûye. Heta niha partiyên wekî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM PARTÎ) û Partiya Yenîden Refah (Partiya Yenî) îmzeya xwe avêtine bin pêşnûmeyê û razîbûna xwe li ser naveroka xalan nîşan dane.


Tê payîn ku sibe piştî nîqaşên dawî, pêşnûme bi piraniya dengan di Meclisê de bê pejirandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye