Di operasyona 20’ê Tîrmehê de Şaredara Îzmîtê jî di nav de, 30 kes hatibûn binçavkirin.
21 ji gumanbaran bo dadgehê hatin birin û bi daxwaza girtinê derketin pêşberî dadgeriyê.
Dadgeriya Cezayê ya Sulhê biryara girtina 20 kesan da.
Di nav van kesan de Şaredara Îzmîtê Fatma Kaplan Hurriyet û hevjînê wê Murat Hurriyet jî hene.
Ji bo berpirsa îhaleyan Leyla Kiran jî biryara girtina li malê û qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.
Piştî biryarên girtinê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê berê Ekrem Îmamoglu ku niha li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, di daxuyaniyekê de bertek nîşanî van biryaran da.