Di çarçoveya xebatên Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de, derbarê şaredariya navçeya Menderesê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di vê lêpirsînê de Şaredar Îlkay Çiçek jî di nav de, 21 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li mala Çiçek û di avahiya Şaredariya Menderesê de lêgerîn hat destpêkirin.
Hat hînbûn ku dema xebatên tîman ên li şaredariyê berdewam dikin, karûbarên kesên binçavkirî yên li emniyetê jî berdewam dikin.