Hizbullaha Îraqê red dike ku çekên xwe deyîne

Hizbullaha Îraqê ragihand ku ew çekên xwe danayne û dazanîn ku ew di ji bo parastina xwe berovajî çek, cebilxaneya û alavên xwe yên leşkerî zêde bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Ebû Husên Hemîdawî got ku xwînrijandina Îraqiyan û bûyerên trajîk ên ku qewimîne, israra li ser rûbirûbûna leşkerî ye.

Her wiha diyar kir ku ew ji bo parastina xwe, çekên berxwedanê û pêşxistina şiyan û alavên xwe yên leşkerî zêdetir dikin.

Wî her wiha êrîşî Dewletên Yekbûyî û Erebistana Siûdî kir û got ku rijandina xwîna Îraqî sûcek û pêşhateyeke nû ya xeternak e, ji ber vê yekê ew der barê tolhildanê de cidî ne.

Di sibeha 29’ê tîrmehê de, Amerîka û Erebistana Siûdî êrîşên hevrêz li ser baregehên Heşda Şebî li çend parêzgehên Îraqê kirin, nêzîkî 20 çekdaran kuştin û 30 çekdarên din jî birîndar kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye