Mesrûr Barzanî û Liu Jun li ser rewşa giştî ya Îraqê hevdîtin pêk anîn

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun hevdîtin pêk anî û daxuyanî da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya her du aliyan li ser rewşa giştî ya Îraqê û şer û aloziyên deverê nîqaş kirin.

Tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û tenahiya herêma Kurdistanê û aştî û aramiya Îraq û deverê hat kirin.

Her du alî li ser pêwîstiya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina hikûmeteke nû ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê li hev kirin.

Di dawiya hevdîtinê de jî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Çînê li ser pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên du alî di war û qadên cihêreng de axivîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye