Siyasetmedarekî Fransî li Tehranê rastî lêdanê hat

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrow bertek nîşanî kiryarên servîsên ewlehiyê yên Îranê li dijî siyasetmedarên Fransî da. Barrow destnîşankir ku êrîşa dezgehên ewlehiyê yên Îranê li ser du dîplomatên Fransî li Tehranê wekî "kiryarek pir xeternak a çavtirsandinê" ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran êdî derstdirêjayî li siyasetmedarên rojavayî dike.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrow ragihand ku du karmendên balyozxaneya Fransayê li Îranê rastî kiryarek çavtirsandinê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Îranê ve hatin.

Noel Barrow destnîşankir ku her du siyasetmedar bêyî tu sedemek hatin girtin û yek ji wan jî hatiye lêdan, berî ku destûr bê dayîn ku vegere balyozxaneya Fransayê û wiha tekezkir:

"Ev êrîş şok e, ji ber ku ev her du karmend berpirsiyarê pêkanîna bernameyên me ne ji bo piştgiriya civaka sivîl, nemaze hunermend û zanyarên Îranî.

Ev binpêkirina pir cidî û neqebûlkirî ya ewlehiya karmendên me dê bêhemdî nemîne."

Piştî van axaftinan Barrow Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araghchi li ser vê mijarê hişyar kiriye.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrow anî ziman ku her du dîplomat niha li cîhek "ewle" ne û dê di demjimêrên pêş de vegerin Fransayê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye