NY daxwaza agirbesteke nû li Sûdanê dike

Netewên Yekbûyî ragihand ku bajarê El Faşer li Sûdanê, ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve, bi temamî hatiye dorpêçkirin û rewşa bajar gelekî xirab e. NY banga agirbestekê kir, da ku tîmên wê bikaribin derbasî El-Faşer bibin û alîkariya welatiyên Sûdanê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji sala 2023an ve, ji ber nakokiyên siyasî yên li Sûdanê, negihîştina rêkeftinekê ji bo tevlibûna Hêzên Piştgiriya Lezgîn di nav Artêşa Sûdanê û nelihevkirina li ser dê kî bibe fermandarê Giştî yê Artêşê, şerekî dijwar derket û heya niha ev welat bi agirê vî şerî dişewite.

Rêveberê Operasyonan li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî, Edem Wosorno, diyar kir ku divê agirbestek têr were ragihand û tîmên NY derbasî paytexta eyaleta Bakurê Darfûrê ya ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn hatiye dorpêçkirin bibin.

 

Netewên Yekbûyî: Xartûm di bin xeteriya mirinê de ye

 

Berpirsyarê NY eşkere kir ku wan ji artêşa Sûdanê garantî wergirtiye, lê heya niha wan garantî ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn wernegirtine.

Beriya demekê jî, NY xuya kir ku rewşa paytext Xartûmê gelekî xirabe, zarokên birçî li Xartûmê bûne "çerm û hestî" û bi hezaran malbatên li bajarê El Faşer yê li rojavayê Sûdanê, di bin xeteriya mirina ji birçîbûnê de ne.

Rêveberê Herêmî yê WFP bo Rojhilat û Başûrê Afrîkayê Eric Berdison, diyar kir ku "Bêyî gihîştina lezgîn û domdar a çavkaniyên bingehîn, jiyana gel dê winda bibe".

 

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî: 25 milyon kes li ber birçîbûnê ne

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, destnîşan kir ku buhayê kelûpelên bingehîn pir zêde bûne û da zanîn ku nêzîkî 25 milyon kes, ketine bin bandora kêmbûna xwarinê.

Bernameya Xwarinê diyar kir nêzîkî %40ê zarokên di bin pênc saliyê de, kêmbûna giran a xwarinê dikişînin, di nav wan de %11 jî bi giranî kêmxwarinê dibînin.

 

Di hezîranê de 5 xebatkarên NY li Sûdanê hatin kuştin

 

NY ragihand ku di meha hezîranê de, di êrîşekê li dijî karwanek NY de, pênc xebatkarên mirovî hatin kuştin.

Şerê Sûdanê, di nîvê Nîsana 2023an de dest pê kir, bi deh hezaran kes hatin kuştin û bi mîlyonan kes, ji cih û warên xwe koçber bûn.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn jî, ji Gulana 2024an de, ElFaşer dorpêç kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24