Li Somalê 120 çekdarên Islamî hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Somalê ragihand ku di operasyona rizgarkirina Barîrî de, 120 çekdarên ji Tevgera Şebab a Islamî hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bajarokê Barîrî li Somalê ji aliyê hêzên Artêşa Somal û bi alîkariya Hêzên Artêşa Ugandayê, bi tevahî hat kontrolkirin.

Wezareta Parastinê ya Somalê ev yek jî anî ziman ku şer hefteyekê dirêj kir û zêdetirî 120 çekdarên Islamî hatin kuştin.

Tevgera Şebab a Islamî komeke girêdayî El Qaîde ye û li Somalê bi dehan bajarok û gundan kontrol dike û di meha adara derbasbûyî de bajarokê Barîrî jî kontrol kiribû û di 18`ê adarê de, êrîşî ser karwanê serokê Somal kiribû û hewl dabû wî bikuje, lê ew êrîş bi ser neketibû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24