Wezareta derve ya Brîtaniyayê diyar kir, çeteyên ku siza li wan hatine birîn ev in:
Xiyas Delle, Miqdad Fethiye, serçeteyê firqeya Sultan Suleyman Şah Mihemed El Casim (Ebû Emşa),
serçeteyê firqeya Hemzat Sêf Pûlad, Midelel Xûrî û Îmad Xûrî.
Herwiha siza li hersê komên çeteyan; Sultan Murad, Sultan Suleyman Şah û Hemzat, hatin birîn.
Wezaretê da xuyakirin, guman li ser van kes û koman heye ku destê wan di kiryarên tundiyê ên li Perava Sûriyê de heye, her wiha di aloziya Sûriyê de li dijî sivîlan binpêkirin pêk anîne.
Ev siza cemidandina malûmilkên li Brîtaniya, qedexeya seferê û rêgirtina wergirtina postên rêveberiyê di kompanyayên Brîtanî de vedihewîne.
Hersê komên çeteyan ên hatine sizakirin, gelek binpêkirin, nexasim li Efrîna dagirkirî pêk anîne û heta niha jî karê revandin, kuştin û talankirinê berdewam dikin.